''Armanca me mezinkirin û pêşvebirina herêma pîşesaziyê ye''

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek rêya ku li herêma pîşesaziya Batmanê  hete çêkirin lêkolîn kir û ji rayederan agahî stand.

Wezîr paşê jî  bi karkeran re xwarin xwar,  civat kir û wêneyên bîranînê kişand.

Mehmet Şîmşek  di derbarê sermayexistinên ku li herêma pîşesaziya Batmanê tên kirin de agahî da.

Şîmşek li febrîqeyên wekî çerez û utiyê geriya û bi karkeran re sohbet kir.

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek got armanca me mezinkirin û pêşvebirina herêma pîşesaziyê ye.

Wezîr diyar kir ku niha li vê heremê  50 febrîqe hene û armanç jî çêkirina 50 febrîqeyên din e.