Şimşek bi merasima himavêtina projeya İslahkirina Çemê Batmanê dest bi xebatên xwe kir.

Wezîrê Darayî Mehmet Şimşek ku tim tim ji Stresa Anqarayê  berê xwe dide welatê xwe Batmanê dîsa li Batmanê bû.

Wezîr Şimşek li Batmanê edeta demek be jî vala nesekinî. Şîmşek him avêt, dibistan vekir û qontrola şantiyeye kir. Wezîrê Darayî Mehmet Şimşek li Batmanê bi merasima himavêtina projeya İslahkirina Çemê Batmanê dest bi xebatên xwe kir.

Wezîr got ev proje tevî zêdekirina qada çandiniyê dê ji Batmaniyan re qadek mezin ya geşt û guzarê jî bide qezenckirin.

Welatî jî bi hejmarek zêde beşdarî merasiman bûn. Wezîr jî guhdariya pirsgirêkan wan kir.   

Wezîr Şimşek pişt re ewilî vekirina dibistanek taybet pêk anî, pey re jî li dibistanek din şitil çikand.

Wezir Şimşek li dibistanê tevî xwendekarên piçûk xwerin jî xwer. 

Xebatên Pira Qantarê ku ser çemê Batmanê tê çêkirin didomin. Aligirên rêxistinê demek beriya vê li şantiye makineya kar şewitandibûn. Wezîr Şimşek rêya 18 km yan derbas kir û çû serdana şantiyeyê. Şimşek got dê pirê temam bikin.

Ev pira Qantarê rêya 130 km yan dadixe 18 km yan.