Şimşek, Esnaf Guhdar Kirin

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek derbarê zema benzînê de cara ewil axivî. Şîmşek got, zemên ku tên ser benzînê, ji ber rêjeya navneteweyî ye, lê tevî vê yekê, di 10 salên dawî de baca benzînê daketiye.

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, li Batmanê, piştî fitarê esnaf ziyaret kirin û bi welatiyan re çay vexwar.

Di sohbeta çayê de, welatî eleqeyek zêde nîşanî Wezîr da. Di sohbetê de jî mijara ewil, zema benzînê bû.

Şîmşek diyar kir, bihayê benzînê, ji ber rêjeya navnetewî zêde dibe. Wezîr bi mînakan jî çawa bace daketiye anî ziman.

‘‘Heke hun di sala 2002 de, biçûna istasyonê û depoya wesaîtê tijî bikira, wê çaxê ji 100 lîreyê, 59-60 lîreya wê ji bo bacê diçû. Ger hun, îro biçin ji 100 lîreyê, 51 lîreya wê bac e. Yanî ji bac ji sedî 60an daketiye ji sedî 50an.’’ 

Şîmşek bi xwe jî qebûl kir ku rêjeya bacê di benzînê de zêde ye û got, daxistineka zêde, wê tesîrek neyînî bide ser kêmasiya carî. 

‘‘Par Tikriye, ji bo neftê û gaza sirûştî 60 mîlyar dolar da. Ji bo zêdekirina xerîdariyê, daxistina bacê, ji bo Tirkiyeyê nebaş e. Lewra, li Tirkiyeyê, kêmasiya carî gelek mezin e. Ger em tiştekî wiha bikin, kêmasiya carî wê zêdetir be.’’