Mehmet Şimşek beşdarî merasîmê bû

Li Batmanê vekirina Borsaya Bazirganiyê hebû. Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek di serî de, parlementerên AK Partî û BDP’yê jî beşdarî merasîmê bûn. 

Vekirina Borsaya Bazirganî ya Batmanê di  nav kêf û coşê de hate pîroz kirin.

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, parlementera BDP’ê Ayla Akat Ata, Parlementerê Ak Partiyê Zîver Özdemîr û futoblîstê berê yê Galatasarayê Tanju Çolak jî di  nav de gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.

Wezîr Şîmşek ewil li Walitiya Batmanê derheqê merasîmê de agahî da endamên çapemeniyê û piştre derbasî qada merasîmê bû. Şîmşek dema hate qada merasîmê bi govendan hat pêşwazî kirin.

Mehmet Şîmşek got Borsaya Bazirganiyê  di warê aborê û pêşveçûnê de, dê pirr kerî welatiyên Batmanê were.

Welatiyên Batmanê jî, ji çêkirina vê avahiyê pirr kêfxweş man.

Tê çaverêkirin ku ev avahî di warê Çandinî, Xurek û heywandariyê de Batmanê gelek pêş ve bibe.