Wezîr Şimşek hunerên zarokan gelek eciband

Li Batmanê, di çarçoveya projeya SODESê de pêşengeha bi navê “ stêrkên kolanê” hate lidarxistin. Wezîrê Darayê Mehmet Şîmşek jî di çarçoveya projeyê de li welatê xwe Batmanê bû û beşdarî pêşengehê bû. Wezîr Mehmet Şîmşek hunerên zarokan gelek eciband.

 

Li Batmanê di çarçoveya projeya SODESê de pêşengeha bi navê “ stêrkên  kolanê” hate lidarxistin.

Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek beşdarî pêşengeha zarokan bû û bi destê pêşengeh vekir.

Di pêşengehê de hunerî û serfirazî jî zêdetir bûn. ji wêneyan bigre heta destkarî û semazene hemî tişt hebûn.

Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek li pêşengehê geriya û yek bi yek li hûnerên zarokan nêrî.

Wezîr Mehmet Şîmşek,  serfiraziya zarokên hunermed  pîroz kir in.

Ev pêşengeh nîşan dide  dema ku derfet bikeve destê zarokan dikarin tiştên gelek baş derxin holê..