Wezîr Şîmşek lîseya imam hatîbê vekir

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, li Batmanê li ser navê xwe lîseyek îmam hatîbê vekir. Vekirina lîseyê bi merasîmek hat kirin. Di merasîmê de, îlahî hatin gotin, helbest hatin xwendin û govend hatin girtin.

Li Batmanê vekirina Lîseya Îmam Hatîbê ya Mehmet Şîmşek hebû.

Ji bo ku ev lîse ji aliyê Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek ve hat vekirin, navê Wezîr hat danîn lîseyê.

Vekirina lîseyê bi merasîmek hate kirin. Wezîrê Darayî Mehmet ŞÎmşek, Patlementerê Batmanê Zîver Özdemir û waliyê Batmanê Yilmaz Arslan jî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de govend hatin girtin, helbest hatin xwendin û îlahî hatin gotin.

Mehmet Şimşek di merasîmê de axaftinek kir û wiha got: nezî 700 heb xwendekar liv ê derê dê bixwînin. ji bo piştgiriyê ji destê me çi were em ê bikin. Ez wisa difikirim ku pêşî van xwendekaran jî dê vekirî bibe.