Li Sasonê pêwendiyên Şimşek

Sasonî bi coş Mehmet Şimşek pêşwazî kirin. 

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek pêwendiyên xwe yên li herêmê didomîne. Şîmşek piştî mîhrîcana Ahlatê derbasî Sasona Batmanê bû. Sasonî bi coşeke mezin wezîrê darayî pêşwazî kirin.

Piştî Mîhrîcana Ahlatê Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek derbasî Sasona Batmanê bû.

Wezîr Şîmşek dema hat Sasonê ji aliyê Sasoniyan ve bi dahol û zirne û bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin.

Dûvre Şîmşek li Sasonê geriya û bi Sasoniyan re sohbet kir.

Pirsgirêkên Sasoniyan yek û yek guhdar kir û bi wan re eleqedar bû.

Piştre Şîmşek derbasî şaredariyê bû, derbarê bajêr de ji rayedaran agahî stand.

Li qada ku şaredarî lê ye jî, garis belavî zarokan kir. Wezir şimşek demekê bi wan re eleqedar bû.

Piştî pêwendiyên Sasonê Mehmet Şîmşek çû Batmanê, li nexweşxaneya Batmanê zilamê ku di pevçûna ji ber erdan de birîndar bûbû ziyaret kir û derbarê rewşa wî ya dawî de agahî stand.