Li welêt
5emîn Civîna Fînansê ya Stenbolê dest pê kir

5emîn Civîna Fînansê ya Stenbolê ya ku Anadolu Agency jî şirîkê ragihandinê ya global a civînê ye, dest pê kir.

5emîn Civîna Fînansê ya Stenbolê ya ku Anadolu Agency jî şirîkê ragihandinê ya global a civînê ye, dest pê kir.

Civîna ku par ji 15 welatan bi giştî 64 axaftvan û ji 50 welatan zêdetir jî mêvan beşdar bûn, dê sibê biqede.

Îsal mijara civînê "Fînansa Nûjenîxwaz" e û serokên aboriya kurewî dê mijarên rojevê û tecrubeyên welatên xwe bi pêşniyazên çareseriyan ve pêşkeş bikin.

Bendê ne ku di roja duyem a civînê de Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan û Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek jî beşdarî civînê bibin.

Îsal Serokê Lijneya Rêvebiriya Corporatîonê ya MRLyê ya Îngiliz Cornelîa Meyer, Rêvebirê Payebilind ê Bankaya Veberhênanê ya Navneteweyî ya Bahreynê Aabed Al-Zeera, Serokê Beşa Aboriyê û Darayiyê yê Bankaya Dayînê ya Navneteweyî Claudîo Borîo û serokên kurewî yên di qada aboriyê de xwedî bi nav û deng in dê civînê de biaxivin.

Ji Tirkiyeyê jî gelek kesên ku di qada aboriyê de xwedî bi nav û deng in dê biaxivin.

Navê hin axaftvanan wiha ye;

Serokê Bankaya Navend a Komariya Tirkiyeyê  Erdem Başçi, Serokê SPKyê Vahdettîn Ertaş, Serokê Lijneya Rêvebiriya Borseya Stenbolê û Midûrê Giştî Îbrahîm Turhan, Serokê Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê Mehmet Buyukekşî, Serokê Lijneya Rêvebiriya Şekerbankê Hasan Basrî Goktan, Rêvebirê Payebilind ê Bankaya Aktîfê û Endamê Lijneya Rêvebiriyê Onder Halîsdemir, Midûrê Giştî yê Şekerbankê Halît Yildiz, Alîkarê Midûrê Giştî yê TEBê Turgut Boz.

Di civîna navneteweyî de mijarên "Piyasayên Sermayeyê û Nûjenîxwazî", Pêşveçûna Nûjenîxwaz û Rêyên Bingeha Fînansmanê" "Bankavaniya Veberhênanê", Aboriya Sîgorteyê ya Nû ya Tirkiyeyê û hin mijarên din dê bên axaftin.

Di roja duyem de Serokê SPKyê Vahdettîn Ertaş re jî dê hevpeyvînek bê kirin. Moderatoriya vê hevpeyvînê jî Edîtorê Nûçeyên Fînansê yê AAyê Yilmaz Yildiz dê bike.