Li welêt
''Kes nikare biratiya me xira bike''

Walîtiya batmanê her sal fitarê dide malbatên şehîd û gazîyan.

Wezîrê darayî Mehmet Şîmşek jî îsal beşdarê fitarê bû.

Şîmşek bi malbatan re kurdî axîvî, li pirsgirêkên wan gûhdar kir û wiha got “tu tiştek nikare biratiya me xira bike”

Walîtiya Batmanê her sal fitarê dide malbatên şehîd û gazîyan û wana tîne cem hev.

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek jî îsal beşdarê fitarê bû û piştî xwarinê axaftinek kir.

Şîmşek got tu tiştek nikare biratiya me ya sed salî xira bike û emê xwedî li emanetên şehîdan derkevin û her tim destekê bidin wan.

Wezîr Şîmşek bi malbatan re ji nêz ve eleqedar bû, bi wan re bi Kurdî sohbet kir, li pirsgirêkên wan gûhdar kir.

Malbatên şehîdan ji vê eleqe û rewşê gelek kêfxweş bûn û spasiyên xwe anîn ziman.

 

 

http://www.trtxeber.com/haber/jiyan/wezir-simsek-kes-nikare-biratiya-me-xira-bike-5745.html