Li welêt
“Emê Devera Organîzeyê Ya Nû Çêbikin”

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek tevî bernameya xwe ya xurt xwe ji serdana herêmê jî dûr nahêle. Wezîr Şîmşek vê carê devera pîşesaziya organizeyê ziyaret kir û kargehên li wê derê geriya. Şîmşek mizginî da ku ji bo pîşesaziya heremê wê devereke nû jî bê çêkirin.

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek heya ji dest tê xwe ji herêma xwe ya hilbijartinê, Batmanê dûr nahêle.

Şîmşek tevî bernameya xwe ya têr û tije li bajarên li dû hev serdanan dike.

Wezîr Şîmşek vê carê jî çû serdana devera pîşesaziya organizeyê û yek û yek li kargehan geriya.

Parlementerên deverê û waliyê Batmanê Yilmaz Aaslan jî di vê gerê de wezîr Şîmşek tenê nehiştin.

Şîmşek got armanca me pêşvebirina karsazên me û guhdarî kirina pirsgirêkan e û axaftina xwe bi mizginiyekê domand.

Wezîr qala rewşa niha ya febrîqeyan jî kir û got ji ber ku Batman bi pêş de dire di rojên betlanê de jî xebatkar dişixulin.

 

 

http://www.trtxeber.com/haber/jiyan/eme-devera-organizeye-ya-nu-cebikin-7823.html