Li welêt
Wezîrê Darayî Mehmet Şimşek bû mêvanê Bitlisiyan

Wezîrê Darayî Mehmet Şimşek, li Ankarayê bû mêvanê rojên Bîtlîsê. Wezîr Şimşek, di rojên Bîtlîsê de, xwarinên herêmê tehm kir û bi destarê, genim hêrand.

Li Navenda Çandê ya Atatürkê ya Ankarayê, Rojin Bîtlîsê Didome.

Bîtlîsiyan, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek kir mêvan.

Wezîrê Darayî Mehmet Şimşek  got: bapîrê min ji Ahlata Bîtlîsê, koçî Mardînê kiriye. Ji ber vê yekê aliyekê me Bîtlîsî ye. Û Ji xwe eslê me jî dibe Bîtlîsî.     

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, xwerinên navdar yên Bîtlîsê jî tehm kir.

Şîmşek, ji ber ku hewa germ bû, berfedims xwar.

Wezîrê Darayî Mehmet Şimşek  got: em dema ku zarok bûn, dims û berfê, tevehev dikir û dixwer. Dims, li aliyê me, ji tiriya havînê dihat kirin. û paşê jî seranserî zivistanê, weke şîranî dihat xwerin. Berf ji Süphanê, dims jî ji Bîtlîsê, bihevra xwerinek baş dibe.       

Wezîrê Darayî dema ku li standan digeriya, destar balavî wî kişand.

Şîmşek milê xwe hilda û ji genim arvan çêkir.

Şîmşek, derbarê rojên Bîtlîsê de fikir û ramanên xwe bi Kurdî anî ziman.

Tê zanîn ku Wezîrê Darayî, bi sporvaniya xwe tê nasandin. Şîmşek pêşî yên ku tenîsê dilîzin temaşe kir, paşê jî raketê girt dest xwe.  

 

http://www.trtxeber.com/haber/turkiye/wezire-darayi-mehmet-simsek-bu-mevane-bitlisiyan-11815.html