Li welêt
Li Dîcle Elektrîkê merasîma dewr û teslîmê

Merasîma îmze û dewr û teslîma şirketa Dîcle Elektrîk Dagitim AŞ û Dîcle Elektrîk Perakende Satiş bi beşdariya Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Suriştî Taner Yildiz, Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Pêşveçûnê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker ve pêk hat.

Wezîr Yilmaz di merasîmê de axivî û wiha got: "Vejena ku neyê îsrafkirin, vejena herî erzan û herî paqij e. Ji bo ku em avahiya vejeneke neyê îsrafkirin pêk bînin divê em sîstemeke pir baş çêbikin. Ji ber vê jî divê sektora taybet dest bi belavkirina vejenê bike û ber bi standardên Ewrupayê ve gav bi gav bimeşe. Ev tiştekî pir girîng e."

Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker got ku ev merasîma dewr û teslîmê li ser xêrê be. Eker diyar kir ku ev 10 sal in ku ew wek parlementerê Diyarbekirê di parlementoyê de dixebite û pirsgirêka herî mezin ya ku welatiyan aciz dike pirsgirêka vejenê ye.

Wezîr Şîmşek jî li ser mijara feydeyên xwemalîkirinê sekinî û wiha got: "Sektora taybet wê êdî veberhênanê bike. Ev jî tê vê wateyê ku êdî dewletê ji bo perwerde, tenduristî û binesaziyê zêde pereyan xerc bike. Ev tiştekî pir girîng e. Ez hêvîdar im ku bi van veberhênanên mezin û tevgera dijî ceyrana qaçax him hemwelatiyên me û him jî pîşesazên me wê kêm aciz bibin."

Wezîr Yildiz di merasîma îmze û teslîmê de diyar kir ku li Tirkiyê 21 herêmên belavkirinê hene. Dewra ji van 18 heban li Enqereyê hatiye kirin, lê ev merasîma dewrê ya ku li Diyarbekirê yekem e.

Bi beşdarbûna Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Suriştî Taner Yildiz, Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Pêşveçûnê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker û Serokê Lijneya Rêvebirina Holdîng a Veberhênanê ya Eksîmê Abdullah Tîvnîklî ve peymana dewr û teslîmê hat îmzekirin. Tîvnîklî çeka 387 milyon dolarî ya temsîlî da wezîran.

 

http://www.aa.com.tr/kk/news/207983--li-dicle-elektrike-merasima-dewr-u-teslime