Li welêt
''Tirkiye dikeve koma welatên ku dahatên wan zêde ne''

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek diyar kir ku Tirkiye dê di nav 2-3 salan de bikeve nava koma welatên ku dahatên wan zêde ne.

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek got: "Tirkiye dê di nav 2-3 salan de, bikeve nava koma welatên ku dahatên wan zêde ne."

Wezîr Şîmşek bi Parlementerê Batmanê yê AK Partiyê Zîver Ozdemîr û Serokê AK Partiyê yê Bajar Murat Guneştekîn re li qehwexanekî bi civanan re hat li bal hev û pirsên xortan bersivand.

Şîmşek der barê pirsên xizmetên li Batmanê de jî diyar kir ku li Batmanê gelek veberhênan baş hatine kirin.

Şîmşek li ser veberhênanan sekinî û anî ziman ku bi pergala teşwîqê, di demeke nêz de dê fabrîqeyên nû bên avakirin û bicihkirin jî zêde bibe.

Şîmşek got: "Li Batmanê ragihandina hewayê û bejayê, elemanên bitecrube û pergala teşwîqê hene. Tişta ku tenê kêmasiya wê heye hizûra bajêr e." 

Şîmşek axaftina xwe wiha domand: "Werin em biratiya xwe ya bi hezar salî xurtir bikin. Pirsgirêkên xwe bi demokrasiyê hel bikin. Azadiya mirovî û mafên sereke baştir bikin. Em hevrêtiya xwe bi hêztir bikin."

Li ser vê xortan jî got: "Em hînî aştiyê bûn û careke din ji vê venagerin." 

Wezîr Şîmşek balê kişand li ser wan kesên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin û got: "Binêrin ez rastiyê bibêjim, him li hundir û him jî li derveyê welêt sazî û kesên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin gelek in. Dema ku em xwedî li vê biratî, hizûr û aştiyê derkevin, dibe ku zêde nepixandî bixuyê, Batman dê bibe Gazîantebeke duyemîn. Deh sal berê îxracata Batmanê 600 hezar dolar bû, îro ji 80 milyon dolarî derbas bû. Hedefa me niha jî milyar dolar e.

Tirkiye dê bikeve koma welatên ku dahatên wan zêde ne.

Şîmşek li ser pirsên mûçeya herî hindik û sînorê xizaniyê jî wiha got: "Di sala 2002an de hema bêjin ji 3yan yek gelheya Tirkiyeyê di bin sînorê xizaniyê de bû. Lê par ev hejmar ji sedî 1,7 daket. Yanî xizanî jî li vî memleketî kêm bû. Em dixwazin vê jî daxin sifirê. Bankeya Dinyayê dibêje, ger wiha dewam bike Tirkiye dê di nav 2-3 salan de, bikeve nava koma welatên ku hatiniyên wan zêde ne. Niha ez ji we re bibêjim mûçeya herî hindik a li Tirkiyeyê ji 11 welatên Ewropayê zêdetir e, hûn ê bawer nekin. Li Bulgarîstanê 90, li Romanyayê jî 110 ewro ye."

 

 Ajansa Anadoluyê

http://www.aa.com.tr/kk/s/206447--tirkiye-de-bikeve-koma-welaten-ku-dahaten-wan-zede-ne