Li welêt
“Piştî pêvajoyê, tu kes nikare ber Türkiyeyê bigre”

Wezîrê Darayî Mehmet Şimşek li Brukselê, di konferansa ku ji aliyê Navenda Polîtîkaya Ewropayê hate lidarxistin de axivî û got, piştî li Tirkiyeyê teror bidawî bibe, wê çaxê tu kes nikare ber Tirkiyeyê bigre. Wezîrê Darayî diyar kir ku di 10 salên dawî de hatiniya neteweyî 3 qat û nîv zêde bûye. Şîmşek got piştî teror bê sekinadin, welatî ji bo kar, wê ji rojavayê werin rojhilatê. Şîmşek Ewropaya ku ji derbeya eskerî ya li Misrê pêk hat negot derbeyê, rexne kir.      

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek bidawî bûna terorê û erêniyên kul i herêmê wê werin ve dest bi axaftina xwe kir. 

Şîmşek destnîşan kir ku heta niha 350 mîlyar dolar pere ji ber bûyerên terorê hatine xerc kirin. Ev pere, êdî ji bo perwerdehî, binesazî, tendirûstî û pêşveçûna welêt wê were xerc kirin.

Şîmşek got, piştî ku li Tirkiyeyê teror bidawî bibe, wê çaxê tu kes nikaribe ber Tirkiyeyê bigre.

Şîmşek diyar kir di pêşerojê de, digel sermayexistinan, rojhilat û başurê rojhilat, ji bo aboriya welêt wê gelek girîng bin. Welatî, ji bo kar wê ji rojavayê werin rojhilatê.

Şîmşek li ser pirsa, rewşa Sûriyê tesîrek çawa dide ser aboriya Tirkiyeyê wiha got: ‘‘trajediyek mezin li wir heye lê alîkariya civaka navnetewî kêm e. Em nikarin li hemberî vê bêdeng bimînin.’’ Bi van gotina Şîmşek piştgiriya ku didin gelê Sûriyê nû kir.    

Şîmşek ji ber ku Yekitiya Ewropayê ji bûyerên li Misrê pêk hatine negot “derbeya eskerî” ye rexne kir. Şîmşek wiha dewam kir: we ji pisîkê re negot pisîk e. emê vê bibîrbixin.

Ji ewropaya ku di mijara mafên mirovahî û azadiyan de tirkiyeyê rexne dike, got di tevgerên xwe de semîmî bin. 

 

http://xeberenkurdi.com/HD14267_-pit-pvajoy-tu-kes-nikare-ber-trkiyey-bigre.html