Li welêt
Serokwezîr Erdogan li Diyarbekir axivî

Erdogan ji Amediyan xwest ku xwedî li aramî û aşitiyê derkevin.

Serokwezîr Erdogan diyar kir ku êdî ne bi tenê li Tirkiyeyê li hemû herêmê pêvajoyeke nû, demsaleke nû, bihareke nû tê jiyîn û wiha got: "Em xwedî li vê biharê derkevin."

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Êdî ne bi tenê li Tirkiyeyê li hemû herêmê pêvajoyeke nû, demsaleke nû, bihareke nû tê jiyîn. Tirkiye û herêm bilez diguhere. Dema ku Tirkiye xurt dibe, êdî herêm jî xurt dibe. Bi hêza dîroka me ya hezar salî ve, bi mîrata ku em xwediyê wê ne him li nav welêt û him jî li herêmê biratî bi ser dikeve."

Erdogan li navçeya Bismîla Diyarbekirê beşdarî merasima vekirinên komî bû. Li vir axivî û diyar kir ku ew dê vekirina 18 projeyan bikin. Erdogan got ku li ser xêrê be û sipasiya kesên ku keda wan heye kir.

Erdogan diyar kir ku ji bo ku axên Bismîlê bên avdan Benda Pamukçayê tê înşakirin. Erdogan got ku piştî Benda Ataturkê çêkirina benda herî mezin Benda Sîlvanê jî dewam dike û bi vê bendê ve Diyarbekir û Bîsmîl dê biguhere.

"Pêvajoya çareseriyê guherînan li ser Diyarbekirê dike"

Serokwezîr Erdogan anî ziman ku duh li Diyarbekirê rojeke dîrokî pêk hat û wiha axivî: "Serokê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Birêz Mesûd Barzanî jî kelecana me di van merasiman de parve kir. Dîsa duh hesreteke dirêj qediya û em bi hev re bûn şahidê gihandinekê. Hesreta hunermendê me yê biqîmet Şivan Perwer a 37 salan bidawî bû. Dîsa wî û hunermendekî me yê biqîmet Îbrahîm Tatlises bi hev re konsereke xweş dan. Duh me 400 kes zewicand. Bi destûra Xwedê êdî ne bi tenê li Tirkiyeyê li hemû herêmê pêvajoyeke nû, demsaleke nû, bihareke nû tê jiyîn. Tirkiye û herêm bilez diguhere. Dema ku Tirkiye xurt dibe, êdî herêm jî xurt dibe. Bi hêza dîroka me ya hezar salî ve, bi mîrata ku em xwediyê wê ne him li nav welêt û him jî li herêmê biratî bi ser dikeve. Vê ji bîr nekin birayên min ên xoşewîst, Diyarbekir çiqas xurt, geş û aram bibe, Hewlêr, Sulêmaniye, Zaxo, Musul, Kerkuk, Bexda, Şam û Qamişlo jî ewqas geş û aram dibe."

Erdogan dest nîşan kir ku Diyarbekir stêrkeke herêmê û Îslamê ye û wiha pê de çû: "Diyarbekir bi gorên enbiya, sahabe û ewliyayan ve, bi mizgeftên xwe ve ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû dinyayê bajareke girîng e. Diyarbekir divê xwedî li pêvajoya ku di Newroza îsal de dest pê kir derkeve. Duh me li Diyarbekirê hewayeke cuda, rewşeke gelek cuda dît. We jî di televizyonan de temaşe kir. Me li Diyarbekirê aştiyê û aramiyê dît. Me kesên ku gotin 'Êdî bes e' dîtin. Ez bawer im ku Bismîl jî heman tiştî dibêje. Me li Diyarbekirê baweriya dilê dê û bavan, serfiraziya dilê wan dît. Me rûyê esnafan dît. Me mêvanên ku cihên dîrokî ziyaret kirin dît. Me dît ku li Diyarbekirê sanayî, bazirganî, îstîhdam pêşve çûye. Şikir ji Xwedê re bi pêvajoya çareseriyê ve Diyarbekir ji binî ve diguhere. Îro em li vir, li Bismîlê jî heman rewş, hewa û hêviyê dibînin."

Erdogan der barê pêvajoya çareseriyê de jî axivî û wiha got: "Em destûrê nedin ev pêvajo biqede, bê xerakirin. Em li hember kişkişandinan, astengiyan, gefxwarinan bi egîdane, bi merdane bisekinin. Ez dibêjim em destûrê nedin ku ev aramî xirab bibe. Me rewşa Tirkiyeyê ya berê guherand. Tirkiyeya nû, bi eslê xwe, rihê xwe ve Tirkiyeyê hembêz dike."

 

 

http://www.trtxeber.com/haber/rojev/serokwezir-erdogan-li-bismil-u-erganiye-axivi-15705.html