Medyada
Şîmşek xelata “Wezîrê Salê” stand

Wezîrê Darayê Mehmet Şîmşek, ji aliyê kovara “Emerging Markets” ve, li welatên pêşdikevin yên Ewrupa, wekî Wezîrê Darayê yê Salê hate hilbijartin. Cara ewile ku ji Tirkiye wezîrek vê xelatê werdigire.

Wezîrê Darayê Mehmet Şîmşek, ji aliyê kovara “Emerging Markets” ve ku derbarê piyaseyên fînansî û aboriya navnetewî de, nûçe û analîzan pêşkêş dike, ji nav welatên pêşdikevin yên Ewrupa, wekî “Wezîrê Darayê yê Salê” hate hilbijartin.

Xelatên sala 2013 yên serkeftirîn serokên banqeya navend û wezîrên darayê ya kovara Emerging Markets, di merasîma li otela Wîllard a paytext Wasingtonê, gihîştin xwediyên xwe. 

Ji sedema ku wezîr Şîmşek beşdarê civînên budçeyê dibe, şûna wî balyozê Washingtonê Namik Tan wergirt.

Li herêma Amerîkaya Latînî Mauricio Cardenasê Kolombiyayî, li Asya’yê Cesar Purisima’yê Fîlîpînî, li Rojhilata Navîn Nîzar Bakara’yê Fasî û li Afrîkayê Pravin Gordhanê Afrîkaya Başûrî xelata wezîrê darayê yê serkeftî werfgirtin.

Berê, ji Tirkiye, serokê banqeya navend Durmuş Yilmaz, di salên 2007 û 2009’an de û Erdem Başçi jî par, xelata serkeftirîn serokê banqeya navend wergirtibûn.

 

13.11.2013