Medyada
Namzedê me yê Şaredariya Batmanê Emîn Ekmen e

Serokwezîr Birêz Recep Tayyîp Erdogan, di civîna komê ya îro de danasîna berendamên şaredariyan domand.

Serokwezîr, Mehmet Emîm Ekmen wek berendamê me yê şaredariya  Batmanê danasand.

Wezîrê Darayê Mehmet Şîmşek jî nirxandineke wisa kir.

“Namzedê me Birêz Mehmet Emîn Ekmen, birayekê me yê xwedî vîzyon û tecrûbe ye. Ji bo namzedê me ku emê di pêvajoya berendamiyê bihevre bixebitin, ji dil bawerim dê serbikeve, serkeftî dixwazim.”

Mehmet Emîn Ekmen Kî ye?

Mehmet Emîn Ekmen, di Gulan’a 1975 de li Batmanê hatiye dinyayê. Babê wî Huseyîn û dayîka wî jî Fatma ye.

Beşa hiquq ya Zanîngeha  Dîcle yê xilas kir. Lîsansa xwe ya bilind jî, bi sernavê“ Di Heyama Meşritiyeta 1. De Mixalefeta Siyasî”, li heman zanîngehê, li Enstîtuya zanyariyên Civakî, Şaxa Bingehîn ya Hiquqa Dewletê, temam kir.

Wek parêzer xweser xebitî. Di rêvebiriya Baroya Batmanê endamtî, di Desteya mafên Mirovan de serokatî û di Desteya Mafên Jin û Zarokan de serokatî û Desteya Lêkolîna Xwekujiya Jinan de endamtî kir. Ekmen di wezîfeyên mîna, li Batmanê cigîrtiya weqfa TEMA’yê, Rêvebirtiya Dildarên Dorhêlê, Serokatiya Desteya Rêvebir a Komeleya  Gunışıgı, Cîgirtiya Batmanê ya Federasyona Ji Hemû Kesî re Werziş û Endamtiya Avaker ya Mazlum-Der’a Batmanê de jî cih girt. 

Ekmen, Serokatiya Ak Partî ya Batmanê kir û di heyama 23. De parlamenterê Batmanê bû.

Ekmen niha, endamê Lijneya Dîsîplîn a Navend, Aîkariya Serokê Rêkxistinê û Hemahengê Diyarbekirê ye.

Ekmen, di asta nivçe de zimanê Îngilîzî zane, zewicî ye û babê 2 zarokan e.

Ekmen ji hêla din ve, di Desteya  Mirovên Aqil de cih girtibû.

 

11.12.2013