Medyada
Gotûbêjkirina butçeyê dest pê kîr

Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de gotûbêjkirina butçeya 2014an îro dest pê dike. 

Gotûbêjkirina butçeya 2014an piştî Komîsyona Butçe û Planê ya TBMMyê dê li Lijneya Giştî ya TBMMyê jî bidome. Meclis dawiya hefteyê jî tê de dê ji bo butçeyê 11 rojan êvarê jî bixebite.

Lijneya Giştî îro di saet 14.00an de di serokatiya Serokê TBMMyê Cemil Çîçek de dê bicive. Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek dê pêşkêşiyekê bike. Piştî vê dê komên AK Partî, CHP, MHP û BDPyê biaxivin. 

Ji Koma AK Partiyê Parlamenterê Karamanê Lutfî Elvan, Parlamenterê Denizliyê Nîhat Zeybekçî, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û ji Koma BDPyê jî Parlamenterê Bîngolê Îdrîs Balûken, Parlamenterê Şirnexê Hasîp Kaplan biaxivin. Piştî wan dê li ser navê Hikûmetê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan biaxive.

Gotûbêjkirina butçeya 2014an dê di 20ê çileya pêşîn de bi dawî bibe.

16.12.2013