Medyada
Îstîxrara Tirkiye’yê hat hedef girtin

Wezîrê Darayî Mehmet ŞÎmşek, li Antalyayê beşdarî Rêhewaya Tirkiyeyê bû.

Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin,  Wezîr Şîmşek derbasî çalakiya Serokatiya Bajêr ya Ak Partiyê bû.

ŞÎmşek li vir banga partiyiyên xwe kir û got: armanca Operasyona 17ê Kanûnê aboriya Tirkiyeyê bû û wiha da zanîn: “me gavekê wisa avêt ku bi vê gavê balafirgeha herî mezin ya dinyayê ya 150 milyon kapasîteyî em ê çekin. Heke hûn bala xwe bidin hûnê bibinin ku him bûyerên geziye him jî bûyerên dawî, ji bo ber girtina van gavan hatine kirin. em bi van tiştan dibînn ku ev operasyon li dijî aborî û îstîkrara Tirkiyeyê tên kirin.

Wezîr Şîmşek diyar ku pêvajoya çareseriyê jî, di hedefa bûyerên dawî de ye. Û wiha axivî: “Tirkiye hewl dide ku bi riyên demokratik, di çarçoveya mafên mirovan de pirsgirêka Kurdan çareser bike. Lê ji aliye din ev bûyer derdikevin. Tirkiye li dinyayê bibe mînakek girîng. Ji bo welatên li herêm bibe mînak.  Tirkiye êdî hatiniyên xwe ne ji bo tekoşîna li dijî terorê, ji bo welatiyên xwe, ji bo tendurîstî, perwerdehî û binesaziyê dê bikarbîne.”

Wezîrê darayî Mehmet Şîmşek anî zimên ku tevî her tiştan aborî dîsa baş e û sexlam e û wiha bilêv kir: “îro darayiya rayagiştî sexlam e. bes ji sedî 18ê hatiniya bacan diçe faîzê. Ji sedî 82 ji bo xîzmeta gel tê bikaranîn. Tevî hemû bûyeran, tevî qeyrana aboriyê ya dawî, tu banqayên li Tirkiyeyê îflas nekirin. Me ji bo xilas kirina”

Banqayan pereyên we bikarneanî. Lê hema hema li hemû welatên dinyayê banqa îflas kirin.

 

trtxeber

13.01.2014