Medyada
"Me bi 300 veberhênanî re hevdîtin kir"

Wezîr Darayiyê Şîmşek, li çayxaneyekî Batmanê bi gel re hat bal hev û sohbet kir.

Şîmşek piştî sohbetê daxuyanî da nûçegihanan û got.

"Me geşedanên li Tirkiyeyê pêk tên ji 300 veberhênanên ji DYA, Ewropa û Asyayê re vegot."

Wezîr Darayiyê Mehmet Şîmşek, li çayxaneyekî Batmanê bi gel re hat bal hev û sohbet kir.
 
Şîmşek piştî sohbetê daxuyanî da nûçegihanan û got.
 
"Me geşedanên li Tirkiyeyê pêk tên ji 300 veberhênanên ji DYA, Ewropa û Asyayê re vegot."

Şîmşek wiha got: "Gelek bûyer li Tirkiyeyê qewimîn. Çiqas bûyer biqewimin jî Tirkiye welatekî ewledar e.

Lewra faîz hinek bilind bibe jî faîza reel bilind nebûye.

Ya rast ev rewş pêewlebûna Tirkiyeyê nîşan dide.

Hefteya borî bi telekonferansê me bi 300 veberhênanî yên ji DYA, Ewropa û Asyayê re hevdîtin kir.

Me geşedanên dawî yên Tirkiyeyê pêşkêşî wan kir.

Ya rast me got ku li Tirkiyeyê dê îstîkrara siyasî dewam bike û derbarê rewşa Tirkiyeyê de bi endîşe nebin."

 

AA

13.01.2014