Medyada
Wezîr Şîmşek Çû Serdana Şaredariya Batmanê

Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, li bajarê xwe êlihê çû serdana pira qenterê, zanîngeha Batmanê û avahiyên ku tokî çê dike. Wezîr şîmşek got; em ê ji bo pêşvebirina êlihê, hewl bidin.

Wezîrê Darayî Mehmet ŞÎMŞEK ji bo hin serdanan çû bajarê xwe Batmanê. 

Wezîr Şîmşek digel walî Yilmaz ARSLAN û rayedarên bajêr, ewil çû serdana kampûsa Zanîngeha Batmanê. Li wê derê bi rektör û xwendekaran re axivî.

Wezîr bi xwendekaran re xwarin jî xwar.

Wezîr Şîmşek û heyeta bi wî re, dûvre çûn serdana Pira Qenterê ku nû hate teman kirin. Şîmşek got me sozê xwe anî cih.

Wezîr Mehmet Şîmşek avahiyên ku tokî ji bo teqawîdan çêdike jî ziyaret kirin.

Wezîrê darayî Şîmşek herî dawî bi heyeta xwe re çû serdana Şaredariya Êlihê û li meqama wan Hevşaredarên BDPî Sabri Özdemir û Gülistan Akel ziyaret kirin.

Di serdanê de Şaredarê Êlihê Sabri Özdemir ji bo projeyên ku dixwazin li Êlihê çêbikin, ji Wezîr Şîmşek alîkarî xwest.

Wezîr Mehmet Şîmşek jî ji bo projeyan soza piştgriyê da.

09.05.2014