Medyada
Ji vir şûn de dê efûyek dernekeve

Şîmşek bangî welatiyan kir ku bila serî li tiştên ku bi qanûna torbeyê ve hêsan bûne bidin û wiha got: "Ji vir şûn de dê efûyek dernekeve."

Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek li salona Serokatiya Lijneya Kontrolê ya Bacê der barê qanûna torbeyê û yên din, yên ku eleqeya wan bi Wezareta Darayiyê ve heye de civîneke çapemeniyê li dar xist.

Piştî axaftina xwe Şîmşek pirsên rojnamevanan bersivand. 

Wezîr Şîmşek got ku jinûvesazkirinên bi qanûna torbeyê ve dê çêbibin bila li ser xêrê bin û wiha axivî:

"Ez bangî welatiyan û mukelefan dikim û dibêjim ku ev hêsaniyek e. Bila ji vê hêsaniyê sûdê werbigrin û bila êdî ji bo van tiştan zêde hêviyan nekin."

-"Ji vir şûn de dê efûyek dernekeve"

Şîmşek got ku Darayî dê dev ji cezayan, pereyan û ferqa ji ber demê çêdibe bernede.

Wezîr Şîmşek bangî welatiyan kir ku bila serî li tiştên ku bi qanûna torbeyê ve hêsan bûne bidin û wiha got: "Ji vir şûn de dê efûyek dernekeve."

- Ji cezayên trafîkê yên ku ji 120 lîreyan kêmtir in dêv ji tê berdan

Şîmşek ji bo texsîtên cezayan jî wiha got: 

"Ji bo 6 texsît û 12 meh wadeyan şûna 100 lîreyî 105 lîre, ji bo 9 texsît û 18 meh wadeyan şûna 100 lîreyî 107 lîre, ji bo 12 texsît û 24 meh wadeyan şûna 100 lîreyî 110 lîre û ji bo 18 texsît û 36 meh wadeyan şûna 100 lîreyî, 115 lîre dê bê stendin."

01.10.2014