Kurte Jiyan

Kurte Jiyana Mehmet Şimşek

Wezîr Mehmet Şîmşek, di sala 1967’an de, li gundê Arica (Kefre) ya navçeya Gercüş (Kercosê) a Batmanê hate dinyayê. Perwerdeya seretayî û ya navîn li Kercosê, ya lîseyê jî li Batmanê temam kir. Di sala 1988’an de, ji beşa Aborî ya Fakulteya Agahiyên Siyasî ya Zanîngeha Ankarayê, wekî duyemînê heyamê mezûn bû.

Nêzî salekê di heman fakulteyê de, wekî wezîfedarê lêkolînê xebitî, paşê ezmûna ku Wezareta Perwerdihê vekirî qezenç kir û bona hînbûna ziman û perwerdeya lîsansa bilind, di statûya bursa fermî de çû Îngilîstanê. Şîmşek, di sala 1993’an de li Zanîngeha Exeter, di şaxa fînans û aboriyê de, lîsansa bilind temam kir û vegeriya Tirkiye’yê. Li  Enqere’yê nêzî 3 mehan di Etîbankê de xebitî. 

Piştî vê, li Enqereyê di Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, nêzî 4 sal wekî aborînasê bi qidem şixulî. Di sala 1997’an de li New York’ê bi cih bû û di banqeya razemeniyê UBS’ê de, di beşa lênêrîna senedên par de, wekî lêkolîner, nêzî 4 sal xebitî. Şîmşek di sala 1998 de vegeriya Stenbolê û di Detsche Bender Nirxên Menkul de 2 sal şixulî. Şîmşek piştî vê di Merrill Lynch’ê de ku di qada razemaniyê de banqeyek mezintirîn a dinyayê, dest bi şixul kir. 

Di heyama xwe ya li Merrill Lynch’ê ku di nîvê sala 2000’ê de dest pê kir, di bin berpirsiyariya Birêz Şîmşek de ewil, Tirkiye, Yewnanîstan, Misr û Îsraîl jî di nav de herêma Behra Spî hebû. Ji nîvê 2001’e pê ve jî, dewletên pêşketî yên Ewrupa yên mîna Rusya, Polonya, Macarîstan û Komara Çek ketin bin pirsiyariya Şîmşek. Ji dawiya sala 2005’an pê ve jî, Birêz Şîmşek wekî Serokê Beşa Lêkolînên Aborî û Stratejîk ya Ewrupa, Rojhilata Navîn û Herêma Afrîka ya Merrill Lynchê wezîfe kir.

Ji bo ku ji Partiya Dad û Pêşveçûnê(AK Parti), di heyama 23’an de bibe parlamenter, di Gulana 2007’an de ji wezîfeya xwe ya li Merrill Lynchê îstifa kir. Di hilbijartina 22 Tirmeha 2007’an de, ji Gazîentabê di rêza yekemîn de bû parlamenterê AK Partî’yê. Piştî hilbijartinê, di hikumeta 60’emîn a Komara Tirkiye de, wekî Wezîrê ji Xezîneyê Berpirsiyar wezîfe kir. Wezîr Şîmşek heta 1’ê Gulana 2009’an ev wezîfê meşand û bi guherîna qebîneyê ve, hate ser Wezareta Darayî. Wezîr Şîmşek hê jî vê wezîfeyê birêve dibe..  

Wezîr Şîmşek, zimanê Îngilîzî di astekî pir baş de zane.

Di lîsteya 500 kesên herî bandordar yên dinyayê ku ji aliyê kovara Foreign Policy ve hatiye diyarkirin de, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek jî cih girtWezîr Mehmet Şîmşek, ji aliyê kovara “Emerging Markets” ve, li welatên pêşdikevin yên Ewrupa, wekî Wezîrê Darayê yê Salê hate hilbijartin.